Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salah Omer Behsa Girtina Bavê Salah Dike


Hunermendê Çîyayê Kurmênc Bavê Salah
Hunermendê Çîyayê Kurmênc Bavê Salah

Hunermendê Kurd yê navdar Evdilrehman Omer ku li nav gel wekî “Bavê Selah” tê nasîn, di 24'ê vê mehê de ji alîyê hêzên ewlekarîyê Sûrî ve li Halebê hate desteser kirin.

Heta niha ti kes nizane sedema girtina Bavê Salah çi ye û ew li ku derê tê girtin. Di hevpeyvîna taybet ya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de lawê hunermendê bi nav û deng Salah Omer li ser girtina bavê xwe agahdarîyan dide.

Salah Omer dibêje, bavê min xencî dengbêjîyê ti tiştê din nekirîye û em dixwazim ew waxtekî zûtir were azad kirin. Salah Omer her wiha balê dikşîne ku rewşa saxlemîya bavê wî ne baş e û hêzên ewlekarîyê ew ji nivînê rakirîye û binçav kirîye.

Kerem kin bi lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn guhdarîya vê hevpeyvîna taybet ikin.

XS
SM
MD
LG