Serdozgerîya Amedê ser daxuyanîya hevbeş ya baroyan ya dijî operasyonên esmanî yên artêşa Tirkîye lêpirsîn vekir.
Dozgerîya Amedê, bi sedema ku serokên baroyan ''Dewlet, millet, parlamen û hikûmeta Tirkîye biçûkxistine'' li ser xala 301 ya Qanuna Cezayê lêpirsîn vekir ku cezayê zindanî yên vê tawanê jî ji 6 mehan destpêdike heta 2 salan diçe.
Di 20ê Mijdara 2022an da Artêşa Tirkîye li ser bakurê herêma Kurdîstanê û bakurê Surîye ku di bin kontrola hêzên Kurdan da ye, bi navê ‘’Pênc û Şûr’’ operasyonek esmanî pêk anîbû.
Baroyên Amed, Êlih (Batman), Mêrdîn, Çewlîg, Dersîm, Colemêrg, Muş, Şirnex, Ruha, Sêrt û Wanê daxuyanîyek hevpar belav kirin.
Sernava daxuyanîya baroyan ‘’Di her merci de aştîyê biparêzin’’ bû.
''Operasyonên leşkeri yên li deverên Kurdan pirsgirêka heyî geştir dike, pêdivîya me bi aştîya her beşên civakê heye. Parastina aştîya civakî rastîyeke bivênevê ye, li der û cîranên Tirkîye jî," di daxuyanîya hevpar de hatibû gotin.
Hemî kes, grup, gel xwedîyê mafê jîyaneke nav aştî û edelata mayînde û domdar eû cîhanîn û parastina vî mafî jî erka dewletê ye.’’
Di dewamîya daxuyanîyê da jî baro bang li hikumetê kiribûn di cîyê operasyonên leşkeri de di sîyasete da li çareserîyê bigere.
Serokê Baroya Amedê Nahît derbarê lêpirsînê got ku dema dewlet dest bi polîtîkaya ewlehîyê dike, lêpirsin jî destpê dikin.
“Ev polîtikaya dewletê ye, dema tu ji fikr û ramanê wan cuda bifikirî aciz dibin û lêpirsîn vedikin.”
Hêjayî gotinê ye ku ger Wezareta Dadê destûr nede, dozgerî nikare îfadê serokê baroyan bistîne.
Serokê Baroya Amedê da zanîn ku niha li dijî wî, bi heman tawanê 4 lêpirsînên cuda didomin.
Baroya Amedê li dijî operasyona esmanî ya ku li Perexa Zaxoyê bibû sedema kuştina 9 sivîlan jî daxuyanî dabû.
Dozgerîya Amedê li ser wê daxuyanîyê derheqa 11 endamên rêvebirîya baroyê lêpirsîn vekiribû ku ew jî hîn didome.
Your browser doesn’t support HTML5