Parlamenterê HDP’ê Îdrîs Baluken, ku ji 4’ê Mijdarê vir de digel hevserokên HDP’ê hatibû girtin, di rûniştina yeke ya dozê de hat berdan, lê, di heman rojê de parlamentera Edenê Meral Daniş Beştaş hate girtin.
Beştaş êvara duşemê li Amedê, li mala xwe hat desteser kirin û girtin. Di nav sê rojan Beştaş du caran hat desteser kirin, lê vê carê hat girtin û ji girtîgehê re hat şandin.
Roja yekşemê Meral Daniş Beştaş, Huda Kaya, Altan Tan û Ayhan Bîlgen, ji doza bûyerên Kobanê hatibûn binçav kirin. Her çar parlamenter piştî îfadeyan bi şerta kontrola edlî serbest hatibûn berdan.
Hêjayî gotinê ye Beştaş roja Duşemê beşdarê rûniştina doza parlamentere Amedê Îdrîs Baluken bû û piştî biryara berdana wî, daxuyaniyek dabû û bal kişandibû ser biryara girtina hevserok û hevkarên wan û gotibû ku hemî li dijî hiqûqê ne.
"Em kêfxweş in ku Îdrîs Baluken azad bû, lê ev biryar nikare neheqîya ku li hevalê me hatiye kirin, bi kêyfî girtina wan ji ortê rake. Ne tene girtin, hevalên me yên ku desteserkirin jî bi şertê kontrola edlî tên berdan ku bi vê biryarê nikarin derkevin derveyê welêt."
Beştaş gotibû ku biryara girtin û desteserkirina parlamenter û şaredaran, sîyasetvanan biryarên sîyasî ne û bang li Enqerê kiribû ku hemî hevalê wan serbest kirin.
Your browser doesn’t support HTML5