Bajarvanîya Rêzan li Amedê Xizmetên Saxlemîyê Raberî Gundîyan Dike

Your browser doesn’t support HTML5

Bajarvanîya Rezan ya Amedê bo welatîyên li gundan dijîn dest bi kampeyna kontrola saxlemîyê kir û li gundê Hawarê doktor û hemşîreyên Kurd jin û zarok muayene kirin, li ser pençeşêra rehîm û pêsîrê agahî dan jinan, diranên jin û zarokan kontrol kirin, macûna diranan û firçeyan li wan belav kirin

Bajarvanîya Rezan (Baglar) ya Amedê jibo welatîyên li gundan dijîn dest bi kampeyna kontrola saxlemîyê kir. Sekenoka yeke gundê Hawarê bû û doktor û hemşîreyên Kurd jin û zarok muayene kirin, li ser pençeşêra rehîm û pêsîrê zanyarîyan dan jinan. Tîma saxlemîyê diranên jin û zarokan kontrol kirin, macûna diranan û firçeyan li gundîyan belav kirin.