Dadgehek li Amedê di jibo Berdevka Tevgera Jina Azad (TJA) Ayşe Gokkan, biryara giritnê da. Dadgek dixwaze Gokkan bi sûcên rêvebirîya rêxistina terorê û endamtîya rêxistina terorê were girtin.
Di çarçoveya doza Kongra Civaka Demokratîk (KCD) de li Ayşe Gokkan jî doz vebû. Lê li ser şahidekî nepenî li Mêrdînê jî dozek di derheqa wê de vebibû û rûniştina roja Çarşemê de her du doz kirin yek.
Gokkan beşdarî rûniştinê nebû, lê dadgeh dibêje nehatina wê ya dozê, piştrast dike ku Gokkan sûcdar e.
Parêzerê wê Nevzad Karaaslan da zanîn jiber li ser îfadeyên şahidek nepen dixwazin Gokkan ceza bikin lê ew li dijî biryara dadegê derketin.
''Ev biryar ya pêşî ye, ne ya dawî ye. Rûniştina biryara dawî di meha Adarê da ye, birêz Gokkan jî dê li wir amade be'' got Karaaslan.
Ayşe Gokkan, şaredara berê ya bajarokê Nisêbînê ye.
Hêjayî gotinê ye ku li gelek biryarên dozên cuda de, Kongra Civaka Demokratîk weke rêxistineke terorî hatîye destnîşankirin û endamtîya KCDê jî weke endamtîya rêxitstina terore hatiye destnîşankirin.
Di meha Heziranê de bi ferman Dozgerîya Amedê derîyê Kongra Civaka Demokratîk hatibû dadan.
Ji hevseroka dawî ya KCDê Leyla Guven re 22 sal cezayê zindanê hatibû birîn û ew berî du mehan li Amedê hatibû girtin.
Your browser doesn’t support HTML5