Nerazîbûnên Ser Kuştina Ayaz û Nûpelda Guloglu ya bi Mayînan Zêde Dibin

Ayaz û Nûpelda

Du zarokên biçûk yên xwîşk û bira Ayaz û Nûpelda Guloglu, di peqînekê de, roja Duşemê li gundê Bîlgeç yê navçeya Ovacik a Dersîmê hatin kuştin.

Ayaz 8 salî û xwîşka wî Nûpelda jî 4 salî bû û ji her du zarokan pêştir zarokên malbatê tune.

Gundê ku zarok tê de hatin kuştin, zozan e û malbata wan bi ajalvanî dabara xwe dikir.

Pênc sal in ku malbata Guloglu kerîyê pezê xwe li vê zozanê xwedî dikin.

Walîtîya Dersîmê bi daxuyanîyekê ragihand ku peqemenîya ku zarokan kuştiye ji alîyê rêxistina terorê di bin axê de hatiye danîn.

Şandeyek ji rêxistinên sivîl yên Dersîmê roja Sêşemê çûn gund. Serokê Baroya Dersîmê Kenan Çetîn da zanîn ku ew ketiye otopsîya Ayaz.

"Ayazê biçûk ji milê xwe yê rastê dearbe xwariye. Ger peqemenî di binê erdê de bûya, divêbû lingê wî tehrîp bibûya."

Serdozgerîya Dersîmê lêkolîn dike ku awayê peqemeniyê tesbît bike.

Li gor lêkolînên rêxistina 'Tirkîyeyeke Bê Mayîn' li rojhilat û başûrê rojhilata Tirkîyê, li tixûb û dora bingehên leşkerî, herwiha li derdora bi dehan gund û mezereyan, ji mîlyoneke zêdetir mayîn hene. Piranîya van mayînan di salên 90’an de di dema şer û pevçûnên bi PKK’ê re hatin danîn.

Tirkîye, di sala 2004'an de Peymana Ottowa îmza kir û ji Neteweyên Yekbûyî re soz daye ku heta sala 2022'an van mayînan rake.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_07_17_2019_Ayaz_Nûpelda