Li 10-emîn salvegera hêrişên teroristî yên 11’ê Îlona 2001’ê li seranserê Amerîkayê merasîmên taybet hatin kirin.
Di wan hêrişan de pêş 10 salan nêzîkî 3,000 welatîyên Amerîkî li New York, Virginia û Pennsylvania hatin kuştin.
Roja Yekşemê merasîmên taybet li cihên wan hêrişan li bajêrê New York, Pentagon û Shanksville hatin kirin.
Serok Barack Obama beşdarî li her sê merasîman kir û Serokê berê George W. Bush li merasîma New Yorkê amade bû.