11'ê Îlonê û Bexda

11'ê Îlonê û Bexda

http://www.youtube.com/embed/StoEBqnTaaI

Her li wê dema ku terorîstên Îslamî li 11ê meha neh sala 2001 ê hêriş kirin ser wilayetên Yêkgirtiyên, rêbaza derveya Amerîka guherî, û serokê wî demi yê Amerîka George W. Bush şerek cîhanî li dijî terorê ragehand. Her zû piştî hingî hêzên Amerîka hêriş kire ser bingehên terorîstan li Afghanistanê, lê birêveberiya Bush herwesa rijêma Seddaam Hussên jî wek gefeyek bo Amer'ka didî û sala 2003 ê Îraq girt(dagîr kir). Ayman Oghanna ji Bexdayê ve raportê dide ka heşt salan piştî hingî ew paytext hêş birînên wî şerî bi xwe re hildigre.

Li Bexda hêrişên 11'ê Îlonê sala 2001 ê çi caran nabin mijara axiftinan. Basê Afghanistanê nahête kirin. Xelk li virê pitir pûte bi bernama telefizyoniya Amerîkî ya Opra û bernameyên Tirkî diken ji şerê li dijî terorê.

Bexda bi toz û aloze. Lê bajarek nû ji nav wê aloziyê şîn dibit ku pirre ji tirsê û pir e li jiyanê jî.