Musa Anter di Salvegera 31'an ya Kuştina Wî de li Amedê Hate Bîranîn

Your browser doesn’t support HTML5

Komela Rojnamevanên Dîcle û Feratê bi beşdarîya rojnamevan, çalakvan û sîyasetvanan, rewşenbîrê Kurd Musa Anter bi bîr anî

Rewşenbîrê Kurd Musa Anter, 31 sal berê li li kuçeyek teng ya taxa Seyrantepe ya Amedê hatibû kuştin. 31 salan da ne kujer hatin ceza kirin ne jî di doza wî de biryareke bi edalet derket. Par jiber ku demeke dirêj derbaz bûye, doz hate girtin, lê niha doza wî li pêş Dadgeha Bilind ya Tirkîyê ye.

Anter di 20'ê Îlona 1992'an de hatibû kuştin û her sal li kuçeya ku hate kuştin bernama yadkirinê li dar dikeve. Îsal jî Komela Rojnamevanên Dîcle û Feratê bi beşdarîya rojnamevan, çalakvan û sîyasetvan Anter bi bîr anî. Beşdaran herwiha qurnefîl danîn cîyê ku Anter lê hatibû kuştin.