Jiber Hildana Ala Kurdistanê li Hember Amedsporê Lêpirsîn Hatiye Vekirin

Wêne ji arşîvê ye.

Roja yekşemê tîma futbolê Amedspor, li Amedê, bi tîma Bursaporê lîstikek kir, lê di dema lîstikê de ji alîyê piştevanên Amedsporê ve ala Kurdîstanê hate bilind kirin.

Amedspor di maçê de 2-0 bi ser ket û 3 puan bidest xist.

Lê jiber ku çima li stadyumê di dema maçê de ala Kurdîstanê hatîye hilgirtin, him wîlayet him jî Wezareta Karê Navxwe bi daxuyanîyek ragihandin ku li berpirsên tîmê lêpirsîn hatiye vekirin.

Sê piştevanên ku Ala Kurdîstanê hildabûn piştî maçê hatin desteserkirin û ji alîyê polîsan ve hatin birin bo Navenda Tekoşîna li Dijî Terorê (TEM).

Wezareta Karê Navxwe di daxuyaniya xwe de bilindkirina alê weke ‘provakasyon’ binav kir û got ‘mudaxileyên pêwîst hatiye kirin.'

Di daxuyanîya wezaretê de di cîyê peyva alê de, peyva ‘dîtbarîyên provakatîf’ hatiye bikaranîn.

Daxuyaniya wezaretê wiha ye:

"Îşev li Diyarbekirê, maçek hate lîstin lê ligel hemî bergirîyên ewlehîyê, hin piştevan di bin kincên xwe de hin dîtbarîyên provakatîf birine stadê ku armanc jî provakasyon e.

Emê fersendê nedin wan kesên ku dixwazin sîporê bi tiştên provakatîf jerî bikin. Midaxeleyên pêwist li provakasyonê hate kirin. Di heqê berpisran da jî lêpirsîn hate destpêkirin."

Piştî maçê lîstikvanên Bursaporê bi parastina polîsan ji stadyumê derketin û dema piştevan belav bûn alozî derket, polîs li hin deveran bi gaza fermeskê êrîş kir.

Amedspor di Federasyona Futbolê ya Tirkiyê de di lîga 2'ê de cî digre. Berî 2014'an, navê Amedsporê, ‘Tîma Futbolê ya Bajarvaniya Mezin ya Diyarbekirê' bû lê bi biryarekê hate guhertin.

Tîma Amedspor, dema li rojavayê Tirkiye maç dike gelek caran rastî êrîşên nîjadperestî tê û bi piştevanîya 'PKK' tê tawanbarkirin.

Kluba Amedsporê derbarê bûyerên dema maçê û piştî maçê daxuyanî neda, lê Baroya Amedê daxuyanîyek belav kir derbarê helwesta li dijî ala Kurdîstanê.

Daxuyanîya Baroya Amedê wiha ye:

"Ala ku di dema maçê de hatiye vekirin, ji aliye Destûra Bingehîn ya Dewleta İraqê ve hatîye qebûlkirin û ala fermî ya Rêvebiriya Heremî ya Kurdistanê ye.

Hildana ala fermî li qadek raya giştî kirin hiceta kempeyna lîncê û lêpirsin hate destpêkirin. Ne mimkun e ev lêpirsîn û desteserkirina piştevanan bê qebûlkirin.''

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Xecîcan Farqîn