Li Amedê Mol û Kuafor Jinûve Vebûn

Porbirek li Amedê

Di çarçoveya asayîbûna jîyanê îro Duşemê li Tirkîyê hemî mol, porbir (berber), kuafor vebûn.

Li molan dikanên festfud, xwaringeh, kafe, meyxane dê girtî bin.

Lê li ser vekirina molan partiyên opozîsyonê rexneyan dikin û dibêjin ji mîlyonek zêdetir xebtakarên molan dikin qurbanên karsazan.

Di nav du mehan de li Amedê ji 46, 400 esnafan 8600 esnaf dikanên xwe girtibûn. Nêzî 2 hezar dikan porbir û kuafor bûn.

Serokê Odeya Porbir û Kuaforên Amedê Cemîl Degîrmencî da zanîn ku li gor biryara Lijneya Zanist ya Pandemîyê li dikanên ve vekirine.

"Li berberxaneyan ji 18 salan biçuktir şagirt nikarin kar bikin. Herwiha muşterî divê bi randevu were. Porbir, divê maske, lepik û dezenfektan bi kar bînin. Jibo muşterîyan, divê şe û amurên yek carî bikarbînin," Degîrmencî got.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_Tirkîye_Mol_Porbirxane