Li Amedê di Dema Pandemîyê de Perwerde di Çi Rewşê da Ye?

Li Tirkîye jiber pandemîyê perwerdeya rûbirû naye kirin û 18 mîlyon xwendekar li ser înternetê perwerdeya xwe didomînin.

Lê, şaxê Amedê yê Sendîkaya Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) bi raporan eşkere kir ku ji meha Adarê heta Îlonê ji 492,975 xwenekarên li Amedê 200 hezar xwendekar ji perwerdehîya li ser înternetê bêpar mane. Sedemên bingehîn jî xizanî ye ku li piranîya malbatan kompîter yan înternet tuneye û li malan hejmara xwendekaran zêde ye.

Sendîka bal dişkîne ku di meha Îlonê de ji 49 hezar xwendkarên ku ji pola 8an der çûne, 4 hezar xwendekar qeyda xwe li lîseyan çênekirine û dest ji perwerdeyê berdane.

Sadrettîn Kaya

Nûnerê Egîtîm-Senê li Amedê Sadrettîn Kaya dibêje ku piranîya zarokan jiber feqîrîyê jibo alîkarîya debara malbatê bikin, dest bi kar kirine.

Li 1677 dibistanên li Amedê, 15, 427 pol hene û 26 hezar mamosta li wî bajarî kar dikin.

Kaya dîyar dike ku tevî ku perwerde mafekî bingehîn e, di dema pandemîyê de bi sedan hezar zarok ji vî mafî bêpar mane.

“Divê Wezareta Perwerde ya Tirkîyê kompiter, tablet û înterneta belaş belav bike da ku newekhevî ji holê rabe.”

Kaya dide zanîn ku jibo perwerdeya rûbirû li Amedê pêdivî bi 2200 polên nû hene.

Hêjayî gotinê ye ku di nav neh mehan de li Amedê 352 mamosta û 55 xebatkar û 236 xwendekar tûşî nexweşîyê bûne, 7 mamoste û 3 karmend jî jiber nexweşîyê mirine.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.