Dayikbûna Îsa Mesîh li Amedê bi Xemgînî Hat Pîroz Kirin

Cejna Noel anku rojbûna Hezretî Îsa ji alîyê Surîyanîyên li Amedê, li Dêra Meryem Ana hat pîroz kirin.

Qeşeyê dêrê Yusuf Akbulut ayîna olî bi rêve bir û li ser aştîyê peyaman da.

Jiber ku cejna îsal di nav heftê de hat pîroz kirin, beşdarî li gorî salên borî kêm bû, lê ji civaka Keldanû û Ermenîyan jî Kristîyan beşdar pîrozbahîya cejna Krîstmisê bûn.

Dêra Keldanî û Ermenîyan di taxên qedexe yên Surê de ne, lewma her du dêr hîn jî girtî ne.

Civaka her du dêran gelek caran li Dêra Meryem Ana merasîmên xwe yên olî pêk tînin.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_12_27_2018_Krîstmis