Sendîkayên Amedê Givaştinên Ser Endamên Wan Protesto Dikin

Hefteya borî ser mamosteyên ku endamên Sendîkaya Perwerdeyê (Egîtîm-Sen) ne operasyoneke terorî hatibû kirin û 26 mamoste û rêvebirên sendîkayê hatibûn desteser kirin.

Platforma Ked û Demokrasîyê li Amedê dijî operasyonên ser kedkar û sendîkavanan daxuyanîyek da û got ku ev operasyon jibo çavtirsandina endamên sendîkayan e.

Platforma Ked û Demokrasîyê got ku hikûmet dixwaze qada tekoşînê li sazî û dezgehên sivîl re teng bike.

Rêvebira sendîkaya Egîtîm-Sen’ê Suzan Sezer got ku sê hevalên wan ji dibistanê, li ber çavên xwendekaran hatine desteser kirin û wek hecêt hatiye nîşandan ku ew çima beşdarî daxuyanî yan çalakîyên fermî bûne.

Rêvebirê Sendîkaya Xebatkarên Saxlemîyê (SES) Şîyar Guldîken jî got ku mamoste, xebatkar hemî li ser karên fermî ne. “Ew li malê xwe ne, adresa wan dîyar e, jibo lêpirsinekê avêtina ser mal û dibistanan, çavtirsandina civakê ye.''

Kerem kin hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF/-11_10_2020_Sendîka_Daxuyanî