Endamên Tevgera Jina Azad (TJA) îro Duşemê li avahîya HDP'ê ya Amedê bi daxuyanîyeke ragihand ku ew bo piştgirîdana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamantera HDP’ê ya Colemergê, Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya sê rojî dikin.
Lê, polîsan berê êvarê avêt ser avahîyê û 25 jinên ku ketibûn greva birçîbûnê, desteser kirin ku di nav wan de Dayikên Aştîyê û endamên HDP’ê û Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) jî hene.
Guven, ew 33 ro in ku jibo rakirina tecrîda ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dest bi greva birçîbûn dike û bo piştgirîya wê jimareke çalakîyên din tên kirin.
Guvenê gotibû ku tecrîdkirina Ocalan rê li ber sîyaseta demokratîk û aştîyê digire û nahêle ku Ocalan bona çareserîya pirsa Kurdî rola xwe bilîze.
Your browser doesn’t support HTML5