Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jibo Roja Aştîyê dixwaze li heşt bajaran ji mirovan ''Zincîra Aştîyê'' ava bike.
Yek ji wan bajaran jî Amed e. Hevserokê HDPê ya Amedê Zeyyat Ceylan dibêje, wan plansazîya xwe li gorî pandemîyê çêkiriye ku pirsgirêke dernekeve, li dora beşek ji sur û dîwarên dîrokî yên Kela Amedê ji mirovan dê zincîrek ava bikin.
''Ger ku destûr jî nedin, me planên cuda jî dane pêş xwe'' dibêje Zeyyat Ceylan.
Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî li bajarê Muşê ragihandibû ku jibo dengê aştîyê bilind bikin ewê zincîra aştîyê ya ji mirovan ava bikin.
HDPê di hesaba xwe ya fermî ya twîterê da jibo roja aştiya cîhanî weha nivîsand bû "Jibo aştî û wekheviyê 1ê Îlonê emê li qadên 8 bajaran kom bibîn, hemû gel li qada bin bo bihêz kirina zincîra aştiyê".
Your browser doesn’t support HTML5