Serdozgerîya Komarî ya Amedê jibo 101 kesan biryara desteserkirinê da û wek sedem jî lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) nîşan da.
Di vê operasyona ku li Amed, Semsûr, Îzmîr û Stenbolê hate kirin de pirtir ji awuqatan ji malên xwe hatin desteser kirin.
Serokê bere yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar, ku ew parêzerîya çend kesên desteserkirî dike, got ku di sala 2018 û Hezîrana 2020’an de du lêgerînên ser KCD’ê de polîsan dest danîn ser hin materyalên dîjîtal.
“Di wan materyalan de jiber ku navê wan derbaz bûye, ew parêzer hatine desteser kirin. Ferîde Laçîn, Gevrîye Atli, Resul Tamur, Serdar Talay, Haknaz Sadak, Resul Tamur, Şivan Cemil Ozer jî di nav de 33 parêzer niha li dadgehê, îfadeyên xwe didin.”
Aktar da zanîn ku di demen normal de axaftin yan çalakîyên ku wan parêzeran kirine îro wek tawan derdixin pêş wan.'
Hêjayî bîrxistinê ye Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul berîya hefteyekê gotibû ku li welatekî ku dadmendî nemabe qiyamet dê rabe û jibo hiqûqê ewê hin gavên reformê bavêjin.
Serokê berê yê parlamena Tirkîye Bulent Arinç jî do di bernameyeke televîzyonî de biryara Dadgeha Ewrupî ya Mafê Mirovan bi bîr xistibû û berdana hin girtîyan xwestibû.
Altar îdia kir ku piştî wan peyaman, operasyoneke wiha ne tesadûf e.
''Di nav hikûmetê de du beş hene. Biryara vê operaysonê ji alîyê beşa nêzî MHP’ê hatiye dayîn.''
Your browser doesn’t support HTML5