Di Operasyoneke Hevdemî de 28 Kes li Amedê Hatin Desteser Kirin

Amed protest

Roja sêşemê li Amedê polîsan avêt ser Komela Çand û Ziman ya Mezopotamya MED-DER û Pirtûkfiroşgeha bi navê Payîz Pirtûkê.

Di operasyona de rêvebir û mamosteyên Kurdî yên komeleyê, herwiha xebatkarên pirtûkfiroşê jî di nav de 18 kes hatin desteserkirin. Polîs herwiha dest danîn ser 523 pirtûk û kovaran.

Jibo 18 kesan hevdîtina bi parêzeran re 24 saet hate qedexe kirin. Herwiha dozgerî biryara nepen danî ser dosyeya lêpirsînê.

Di heman demê de, li Stenbol, Mêrdîn û li îzmîrê jî operasyonek çêbû, tê de polîs girt ser malên rêvebirên DEM Partî û Kongra Demokratîk ya Gelan (HDK). Li Stenbolê 6, li navçeyaa Qoser (Kiziltepe) ya Mêrdînê jî 3 rêvebirên partîyên sîyasî û li îzmîrê jî kesek hatin desteserkirin.

Ev operasyon li ser îfadeyê îtirafkar Umît Akbiyik û şahidekî nepen hatîye destpêkirin. Bi îfadeyên Akbiyik, par jî gelek rojnameger, hunermend û sîyasetvan hatibûn desteserkirin.

Rêxistinên sivîl û parlamenterên Amedê yên DEM Partî li pêşîya avahîya MED-DER'ê bi daxuyanîyekê operasyon şermezar kirin.

Parlamenterê DEM Partî Serhat Eren îdia kir sedema zext û êrîşên hêzên ewlekarîyê dijminatîya gelê Kurd û zimanê Kurdî ye.

''Ew naxwazin zimanê Kurdî di jîyana rojane de bê axaftin. 100 sal in bi zilm û zorê êrîş ser gel û zimanê Kurd kirin, lê nikaribûn Kurdan asîmîle bikin. Lewma ewqas bi hêrs êrîşî sazîyên me dikin. Zimanê Kurdî hebûna Kurdan e. Ev êrîş li ser hebûna Kurdan e. Em van êrîşan qebûl nekin,'' Eren got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku jibo vekirina pêşdibistana Kurdî ya bi navê Zarokîstanê, Wezareta Karê Navxweyî li Şaredarîya Bajarê Mezin lêpirsîn vekir û çavdêrek erkdar kir. Şaredarî du hefte berê li navça Rezan (Baglar) û li Peyasê (Kayapinar) kreşên Kurdî vekiribû ku li van kreşan zarok, bi Kurmancî, Zazakî û Tirkî tên perwerdekirin.

Ji alîyê dinê ve, Qeymeqamîya Farqînê jî biryara navê Kurdî yê li parkekê betal kir. Şaredarîya Farqînê bi biryara meclîsa şaredarîyê navê parka Millet kiribû Parka Rindêxan.