Di Operasyoneke Hevdemî de 110 Kes li Amed û Bajarên Din Hatin Desteser Kirin

Dozgerîya Amedê îro Sêşemê serê sibê operasyoneke berfireh da destpê kirin. Polîsan ser biryara Dadgeha Aştî û Ceza ya 3’an ser malan de girt û rojnameger, sîyasetvan, parêzêer û hunermend jî di nav da 110 kes desteser kirin.

Baroya Amedê dîyar kir ku dozgerîyê biryara nepenîbûnê daye ser dosyeyê, nizanin kî bi çi tê sûcdar kirin, lê Ajansa Anadolu ragihand ev operasyona PKK/KCK ye.

Edîtorê Ajansa Mezopptamyayê Abdurrahman Gok, peyamhinêrê Mêrdînê Ahmnet Kanbal, Edîtorê Rojnameya Xwebûnê Kadri Esen; ji Komela Hiqûqzanên Azadîxwaz Halîse Dakali, Ozum Vurgun, Bunyamîn Şeker, Pîrozhan Karali, Berdan Acun; şanogerên Şanoya Bajêr ya Amedê Yavuz Akkuzu, Ozcan Ateş û Elvan Koçer jî di nava 110 kesan de cî digirin.

Cîgirê Serokê HDP’ê Tayyîp Temel li ser medya civakî ragihand gelek endamên Desteya Rêvebirîya HDP’ê jî di operasyonê de hatin desteser kirin.

“'Hun çi jî bikin, hunê hinda bikin,'' Temel li ser Twitterê got.

Baroya Amedê jî bi daxuyanîyeke nivîskî operayson şermezar kir û wek operasyoneke kêfî ya dijî maf û azadîyan bi nav kir.

Baro got ku bi operasyonan, li ser parêzvanên mafê mirovan, rêxistinên sîvîl û rojnamevan dibin hedef û bi gefa cezakirinê re rûbirû tên hîştin.