Li Gundekî Amedê Mîkaîl'ê 28 Salî bi Destê Hêzên Ewlekariyê Tê Kuştin

Hêzên Ewlekariya Tirkiyê

Roja înê li navça Çêrmûga Amedê, bi sedan leşker û polîs bi operasyonek avêtin ser gundikê Aşagi Taşkesenê. Di encama vê operasyonê da Mikaîl Ekîncî yê 28 salî hate kuştin.

Li gorî îdayan Ekîncî jiber ku revîyaye û teslîm nebûye hatîye kuştin.
Lê malbata wî îdia dike bêyî ku ew were hişyarkirin bi derba mirinê gule berdane wî.

Mîkaîl, rûniştvanê gund e û bi malbata xwe re karê cotkarî û ajalvaniyê dikir. Ew bavê 3 zarokan bû û hevjîna wî jî du canî ye. Di çarçova buyerek edlî de dozgeriyê di heqê wî de biryara girtinê daye û ev operasyon jî jibo girtina wî pêk hatîye.

Bavê wî Abdurrahman got ''Dilê wî hedef hat girtin û li ber çavê gundiyan ew kuştin''.

Wî da zanîn ku beriya du salan jiber pirsgirêka erd û zeviyan li gundê wan di navbera du malbatan da pevçunek çêbûye û zilamek hatiye kuştin. Sê kes hatine girtin û di heqê heft kesan da jî, lêpirsîn hatiye vekirin, navê Mikaîl jî din nav wan heft kesan da hebûye lê Mîkaîl neçûye îfade nedaye. Jiber wê jî dadgehê jibo îfada wî bigire biryara girtinê derxistiye.

Mîkaîl Ekîncî yê 28 Salî

Abdurrahman destnîşan kir ku roja înê sibehê hêzên ewlekarîyê bi 60 wesayîtên zirxî û bi 300 polîs û leşkerên bi çek avêtin ser gundê wan.

''Kurê min ne sûcdar bû, ne qaçax ne jî bi çek. Jibo girtina wî bi hêzeke pir mezin û bi ruyê xwe yê herî xedar hatin. Ger armanca girtina Mîkaîl be çi hewece heye bi vê ecêbê, dikaribûn bi çend kesan jî wî bigirin lê xema wan ne ew bû ku kurê min bi saxî bigirin.’’

Derbarê pirsa gelo Mîkaîl çima reviya, çima berxwe da, Abdurrahman weha bersiv da ''Jiber helwesta wan tund û şidet ew tirsîya, em hemî tirsîyan, 20 polîs û leşkeran ez desteser kirim, li erdê xistim, ger min jî derfetê bidîta ezê jî birevîyama.''

Li gorî agahiyên ku Abdurrahman da, jibo ewlehîyê li dora mala xwe kamera danîne. Di dema operasyonê de, leşker deriye wan şikandiye, kameraya malê girtîye.

Baroya Amedê li ser kuştina Mîkalîl Ekîncî daxuyaniyek da û dibêje
''Di qanûnan da valahiyek heye rê li hêzên ewlekariyê xweş dike, ku bi kêfî, hêsanî sivîlan bikujin."

Li Tirkiyê gelek hêzên ewlekarîyê jiber sucên ku kirine bê ceza hatine hîştin lewma ev jî dike ku leşker û polîs li dijî yasayan bi kêfî çekên xwe bikarbînin û mafê jiyanê binpê bikin.

Di vê buyerê de jî divê bilezûbez lêpirsin li ser wan polîs û leşkeran were vekirin. Weke Baroya Amedê dibêje.

Lê Wilayeta Amedê derbarê kuştina Mîkaîl Ekîncî û îdayan da daxuyanî neda.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Diyarbekir Amedê 03 04 2023