Di her du erdhêjên mezin yên di 6'ê Sebatê da, bi hezaran xanîyên li Amedê xisarên mezin çêbûn û mayîna li wan xanîyan hate qedexe kirin. Wek encama wê rewşê bi sedan malbat li konan dimînin.
Li kersaxa çemê Dîcleyê Şaredarîya Amedê konbajarek ku ji 400 konan pêk tê, ava kir û li wir 2000 rûniştvan dimînin.
Sê sal bere jiber baran zêde, derîye bendavek li ser çem şikîyabû û ji nişkeva çem 4 metre bilind bûbû.
Platforma Parastina Bajarê Amedê, ku ji 80êyî zêdetir sazîyên sîvîl tê de cîgh digirin, dema amadekarîya konbajar hişyar kirin ku kersaxa Çemê Dîcleyê jibo mayîna depremzedeyan xeter e.
Your browser doesn’t support HTML5
Platformê herwiha bal kişand ku di demsala biharê de îhtimala barîna zede ye baranê heye û ev dikare bibe sedem ku kon dikarin bin avê bimînin.
Roja Çarşemê barana ku lehîyê li bajarê Ruha, Semsûr û Meletê rakir, li Amedê jî bû sedema zîyanê û binê konên li konbajarê av girtin.
Piştî ku av li konbajarê jî bilind bû, mexdûrên erdhêjê careke din derbider bûn û ji wir ew ji avahîyeke sazîyên dewletê hatin veguhestin.
Aydin û malbata xwe yek ji rûniştvanên li konbajarê ne. Dema li ber derîye konbajarê em rastî wan hatin, tiştên xwe li otomobîlekê sîwar dikirin û ji wir bar dikirin. Ew ji wan şertên dijwar gelek bi gazinc bû.
“Ez karkerekî avasazî ye me. Min bi keda xwe ya dehan salan ew xanî kirî, lê erdhêjê di derbekê de em bê mal hiştin û niha mecbur in li van konan bimînin.”
Li Amedê Çend Avahî di Erdhêjê de Zîyan Dîtine?
Li Amedê, jibo tespîtkirina avahîyên zîyandîtî tîmeke pispor hate ava kirin. Di nav wan da endamên Odeya Endazyarên Avahîsazî û Oxdeya Mîmaranr jî hene û ew xebata xwe di mehekê de temam kir.
Platforma Parastina Bajarê Amedê berîya deh rojan daneyên xebatên tîma pispor bi bîragiştî re parve kir.
Li gor raporê li navend û bjarokên Amedê 159 hezar û 832 avahîyan da vêkolîn hatine kirin.
Heta niha 22 avahî herifî ne, 66 apartman divê lezûbez werin hilweşandin.
Li gor raporê di 3 hezar û 252 avahîyan de xisarên mezin hene.
Di 2 hezar û 828 avahîyan de zararên navîn hene.
32 hezar û 625 avahîyan da jî zîyanên hindik hene.
Li gor biryara Wezareta Jîngeh û Bajarvanîyê avahîyên ku zîyanên wan giran û navîn in, divê werin hilweşandin ku hejmara van avahîyan jî 6080ê ye.
Li 6895 avahî jî jiber ku derîye wan radayî bûye, vêkolîn çênebûye.
Tê texmîn kirin ku hejmara rûniştvanên ku xanîyê wan xera dibin ji 50 hezarî zêdetir in. Jiber cîyê mayînê jî heye, demeke dirêj ew wê bê mal bimînin.
Biryar hatîye dayîn ku li Amedê li ser rêya Ruhayê li taxa Pirinclikê jibo mexdûrên erdhejê bajarokek tê damezirandin û Rêvebirîya Xanîsazî ya Girseyî (TOKÎ) wê bi sedan xanî ava bike ku hember erdhêjê parastî bin.
Your browser doesn’t support HTML5