Li Amedê Berfa Dijwar Bandoreke Neyênî Ser Jîyanê Dike

Amed berf

Roja Sêşemê li bajarên Başurê Rojhilata Tirkîye berfeke mezin destpê kir.

Berfê êvarê bandora xwe zêde kir û gelek rê hatin girtin. Bi sedan wesayît jî di nav bajarên Entab û Edenê de li ser rêya otobanê asê man.

Walîtîya Entabê ragihand ku du hezar rêwî hatine rizgar kirin. Ajansa Aandolu jî dîmenên belavkirina xwarin û vexwarinê jibo rêwîyên di rê de mayî parve kirin.

Lê di kanalên cuda yên muxalîf de bi rêwîyan re bi telefonê peywendî danîn. Gelek rêwî dibêjin ku rewşa wan nehatiye guhertin û hê jî di rê de asê ne. Yek ji wan jî rêwîyekî ji Amedê ye.

Ew naxwaze navê wî di nûçeyê de were belav kirin, lê got ku 20 saet in di nav her du bajaran de di trombîla xwe de asê mane.

Wî got ku di otomobîlê de du kes in û heta niha tu alîkarî negiheştiye wan û ew li hêvîya rizgarkirinê ne.

Li nav bajarê Amedê jî berfek bi bandor barîya û dibi

stan jibo rojek hatin girtin. Walîtîya bajêr bi daxuyanîyekê ji rûniştvanan xwest ku ger mecbur nebin, bo otomobîlê bi rê nekevin.

Di alîyê dinê de li nav bajêr li gelek taxan ceyran tuneye û li ser medya civakî di parvekirinan de balê didin ser rewşa welatîyên mexdûr û bang li sazîya belavkirina ceyranê dikin ku elektrîkê berde.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_01_19_2022_Berf