Serokê Partîya Demokrasî û Pêşketinê Alî Babacan roja Şemiyê li Amedê beşdarî kongreya partîya xwe bû û derbarê pirsgirêka kurd, polîtîkayên hikûmetê, rewşa Tirkiyê ya demokrasiyê peyam dan.
Babacan bibîr xist ku di dema pêşîn ya desthilatîya AKPê de jibo çareserîya pirsa kurd û bidawîkirina qedexeyên li ser kurdan gelek gavên erênî hatin avêtin.
Wî hikûmeta desthilat rexne kir û jibo AKPê got ''Li pey şirîkê xwe yê biçûk ketîye û di warê pirsa kurd de bilezûbez vedigere polîtîka salên 90î''
Jibo polîtîkaya qayûman jî got '' Heta niha qayûm dan ser 48 bajarvanîyan. Dixwazin li deverên din jî qayûm bidin ser bajarvanîyên mezin lê newêrin. Polîtîqaya qayum êdî jibo desthilatiyê bûye şivê cezakirina gel. Deverên ku bajarvanîya bidest nexistîye bi darê zorê distîne.
Babacan destnîşan kir vê polîtîkayê we kiriye ku bawerîya gel bi hilbijartinan nemaye. ''Şertên bingehîn yên demokrasiyê ewe ku kes nikare dengê gel xesp bike.''
Babacan behsa bûyera du gundiyên ku hat îdiakirin li Wanê ji helîkopterê avêtine jî kir. ''Di sala 2002an de li Tirkiyê kuştinên kiryarê wan ne diyar û îşkence neman. Lê bûyerên bi vî rengî dîmenên salên 90î tîne bîra mirov. Gelo hun jî dengê zengilên vegera salên kuştinên kiryarê wan ne diyar û işkenceyên salên 90î nabîzin?"
Serokê Partîya DEVAyê Alî Babacan behsa operasyonên li ser bûyerên Kobanê jî kir û anî ziman ''Dadgerî divê nebe weke amûrê şantajê'' Wî got jibo hemî pirsgirêkan ew çareyê di rêyên sîyasî de dibînin.
''Çalakiyên terorî yên ku bêhiquqiyan jixwe re dikin hicet jî ne meşru ne hebûna terorê jî nikare bibe hiceta dewletê ku çareseriyê di regezên li dijî hiqûqê de dibîne.''
Derbarê gotara Babacan de ji milê hikumetê hê jî tu bersiv an daxuyanîyek nehatîye dayîn.
Your browser doesn’t support HTML5