Zerkeriya Huserî Behsa Êrîşa Tirkiyê Ser Perestgeha Eyndarê Dike

Di êrîşeka balafirên Tirkiyê de li bajarê Efrînê peresgeha dîrokî ya bajarokê Eyn Dara rastî ziyanê bû û beşek ji wê hate hilweşandin.

Dîroknas û pisporê şûnwaran Zekeriya Huserî di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa girîngiya şûnwarê Eyndarê kir.

Wî got perestgeha Eyndarê vedigere nêzîkî 3,500 sal berê û ew nirxeka dîrokî ya girînge ne tenê ji bo Efrîn û Sûriyê, belê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn.

Huserî ku li herêma Kurdistana Îraqê dimîne got Tirkityê du caran êrîş birin ser vê perestgehê, nêzîkî 50 ji sedî wêran kir û metirsî hene ku beşe mayî jî bête wêrankirin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke.

Your browser doesn’t support HTML5

Zekeriya Huserî 29_01_2018