Reuters radigihîne ku serê sibeya roja Duşemê bingeha leşkerî ya Eyn al Asad li rojavayê Îraqê, ku hêzên Amerîkî dihewîne rastî êrîşeke dronê hat.
Çavkaniyên Îraqî û herêmî radigihînin ku dron berî bigihe armancê li esman hatiye pûç kirin û ti ziyaneke mirovî tuneye.
Koma Çekdar ya ku xwe weke Berxwedana Îslamî nîşan dide ew êrîş girt ser xwe.
Berxwedana Îslamî li Iraqê Yekşemê jî ragihandibû ku wê armanceke leşkerî ya Îsraîlê li Golana Sûriyê ya dagîrkirî bi bikaranîna çekên guncaw kiriye armanc.
Komê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku "ev armanc ji bo piştevaniya bi gelê Gazayê re ye û ji bo bersivdayîna komkujiyên ku ji aliyê dagirkeriyê ve li dijî Filistîniyan di nav de zarok, jin û extiyar pêk tên, hatiye kirin."
Li dor êrîşa herî nû li ser bingeh û berjeweindiyên Amerîka li Îraq û Sûriyê, çavkaniyên leşkerî yên Îraqî tekez kirin ku îro Duşemê firokeyeke bê firokevan ya çekdar li baregeha esmanî ya Eyn al Asad li rojavayê Iraqê ji aliyê sîstemên berevaniyê ve hat têkbirin.
Bingeha Eyn al Asad, ku bi mazûvaniya hêzên Amerîkî û hevpeymaniya navdewletî tê naskirin, serê sibê zû hate armanckirin ku di çend demjimêran de ev duyemîn êrîşa firokeyên bê firokevan bû li ser bingehên li Iraqî.
Bûyera berê li firokexaneya Hewlêrê ya li bakurê Iraqê qewimî, ku yekîneyên dije-terorê yên Kurd bi daxuyaniyekê ragihandbû ku ew gef û êrîş hatiye bêbandor kirin.
Frans Press li gor berpirsekî Amerîkî radigihîne ku ji 17ê Cotmeha 2023a'an heta êrîşa Duşemê ya herî dawî ya ser Eyn al Asad bingehên Amerîkî li Îraq û Sûriyê 103 caran rastî êrîşan hatine.
Raport didin zanîn ku grûpên çekdar yên bi piştevaniya Îranê bi wan êrîşan tên tawanbar kirin.
Jêder: Reuters/Medya Îraqî û Erebî