Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokxaneya Hewlêrê Rastî Êrîşa Drona Bombekirî Hat


Dîmeneke Hewlêrê.
Dîmeneke Hewlêrê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja Duşemê ragihand ku bingeha leşkerî ya hevpeymaniya navnetewî ya li firokexaneya Hewlêrê rastî êrîşeke bombekirî hat.

Ajansa Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku êrîş demjimêr 16:30 êvarê li gor dema xecihî pêk hat, lê negot ka kuştî yan birîndar hene yan na.
Koma Çekdar ya Berxwedana Îslamî ku komek Şîa mezheb e, berpirsyariya êrîşê girt ser xwe.

Wê koma çekdar di daxuyaniya xwe de got ku wan êrîşî firokxaneya Herîr kirîye li derveyî bajarê Hewlêr. Komê li ser kenala xwe ya telegramê got, "Li hember kuştina kesûkarên me yên li Gazayê, emê êrîşan berdewam bikin."

Lê êrîş li firokexaneya Hewlêrê pêk hat, ne li Herîrê ku 50 kîlometre dûrî Hewlêrê ye.

Dengê Amerîka hewl da jibo bêtir agahdarîyan peywendî bi firokexaneya Hewlêrê re bike, lê bersiv nebû.

Komên çekdar yên bi piştevaniya Îranê gelek caran bingehên hevpeymana navnetewî li Herîr li Herêma Kurdistanê û bingeha Eyn el-Esed li rojavayê Îraqê kirine armanc.

Roja Çarşema borî jî mûşekek li bingeha esmanî ya Eyn Esed ket, lê ti ziyanên giyanî çênebûn.

Êrîşa li ser Eyn Esed piştî serdana Cîgira Wezîra Derve ya Amerîka Victoria Nolan bo Iraq û Herêma Kurdistanê ya hefteya borî û hevdîtinên ligel berpirsan pêk hat.

Serokwezîrê Îraqê piştî êrîşa ser Eyn Esed gotibû ku "Hikûmeta Îraqî bi rijdî pêgire bi parastina aramiya ewlekarî li welat, herwiha parastina şandên dîplomatîk û bingehên hevpeymanan."

Jêder: Ajansa Dijî Terorê ya HHK

XS
SM
MD
LG