Ahmet Turk:Dewlet Wekhevîxwaz, Aştîxwaz û Demokrasîxwaz Dike Armanc

Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmet Turk, ku bi biryara hikûmeta Tirkîyê cara duyê ji kar tê dûrxistin, ji Dengê Amerîka re got ku sîyaseta ku tê meşandin, li dijî demokrasî ye.

“Dewlet îro kesên wekhevîxwaz, aştîxwaz, demokrasîxwaz dike armancên xwe. Hikûmet jî dixwaze gelê Kurd bêdeng û bêmecal bike."

Turk dibêje ku cara pêşî dema tayînkirina qayûman bêdengîyek hebû, lê vê carê hemî gelê Kurd û yên demokrat dizanin kî ev lîstikeke gelek qirêj e.

"Îftira û tiştên nerast tînin pêşîya me ku darbeya xwe meşrû bikin. Gelek tişt dibêjin lê kes ji wan bawer nake."

Turk bi bîr dixe ku di 31'ê Adarê de hilbijartin çêbûye û di 1'ê Nîsanê de walîyên Amed, Mêrdîn û Wanê, jibo ku qayum tayinê ser van şaredarîyan bikin, daxwazname hinartine Wezareta Karê Navxweyî.

“Dema me şaredarîyê teslîm girtiye, ji dema qayum, 1 mîlyar (172 mîlyon 460 hezar dolar) deyn maye. Herwiha ji berê de biryar derxistine ku hemî dahatuya şaredarîyê bidin ber deynan.

"Em di rewşeke wusa de bûn ku di budçeyê de pênc quruş pere tûnebû. Me nekanîbû mehaneyên xebatkaran bidin. Ji alîyê din ve digotin 'Wana pere dişînin cîyekî din, lê hemî derewên wan derketin. Ew kesên bi destê xwe anîne, kirine kar, şahidên vê yekê ne."

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

Your browser doesn’t support HTML5

KHF_08_26_2019_Ahmet_Turk