Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de nivîskar û rojnamevan Şahînê Bekirê Soreklî xwepêşandanên li Sûrîyê dinirxîne.
Birêz Soreklî dibêje, li Sûrîyê wekî li Tûnis û Misirê opozîsyoneke xûrt û pêşketî tune ye û ew çaverê nake ku rejîm bi wan xwepêşandana were guhartin.
Şahînê Soreklî ku di heman demê de berpirsê Pişka Kurdî ya Radyoya SBS ya Australyayê ye (http://www.sbs.com.au/kurdish), her wiha dibêje, divê hikûmeta Sûrî hebûna Kurdan qebûl bike û mafê wan yên bingehîn bide.
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn klîk bikin.