Hest û Helwest: Armancên Tirkiyê yên Avakirina Dîwarekî li Efrînê Çi Ne?

Di çend hefteyên borî de Tirkiyê li bajarê Efrîn yê bakurê Sûriyê dest bi avakirina dîwarekî kir, li gor medya Sûrî û raportên xwecihî.

Çalakvan dibêjin ev dîwar di navbera herêma Şehba û bajarê Efrînê de tê avakirin.

Ev bû çend sal in Tirkiyê dîwarekî li ser sînorê xwe yê başûr li gel Sûriyê ava dike, lê çalakvan dibêjin ev dîwarê dawî cudaye û ew du navçeyên Sûrî ji hev cuda dike.

Tirkiyê çawa dikare dîwarekî wiha li nav axa Sûriyê ava bike û mebesta wê jê çiye?

Rûsya ku hevalbenda rejîma serokê Sûriyê Beşar Esed e, çawa rê dide kiryareke wiha?

Avakirina vî dîwarî çawa dikare rewşa tevlihev a herêma bakurê Sûriyê hîn tevlihevtir bike?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê babetê:

Nivîskar Mihemed Hemo ku li Herêma Kurdistana Îraqê dimîne û Gêlo Îsa, Endamê Komîteya Navendî ya Partîya Demoqrata Kurdî ya Sûrî ku li Sûriyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest