Di demekê ku jimareka xelkê Efrînê vegeriyane malên xwe, gelek kesan hîn metirsî hene ku vegerin û ji aliyê artêşa Tirkiyê û hevalbendên wan ên opozisyona Sûrî ve rastî zordariyê bên.
Tiştê ku hîn dudiliya xelkê kûrtir dike ew e peyamên nakok ên partiyên siyasî yên Kurdên Sûriyê.
Hin ji wan dibêjin pêwîst e xelk vegerin û hin dibêjin çi garantî nînin ku ewê rastî rewşeka xerabtir nebin piştî vegerê.
Gelo pêwîst e xelk çi bike di vê dema biryarbir de?
Divê ew kîjan riyê hilbijêrin. Vegerin û rastî encamên nepêşbîn bên, yan ligel çarenûseke ne diyar bêwar bimînin?
Aliyên siyasî yên Kurdî bo vegereka aram ya sivîlan dikin?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê babetê:
Xebat Şakir, niwênerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Almanya û rojnamevan Riyad Elî ku ew jî li Almanya dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke
Your browser doesn’t support HTML5