NATOyê êriş bire ser Taliban

Hêzên NATO û Afxanîstanê li alîyên bakur yên wîlayeta Helmand dest bi ‘‘Kiryara Achilles’’ kir. Ew kiryara bi navê lehengekî dewrê kevnar yê Yewnanê linav wê wîlayeta başûr ya bingehê Taliban li Afxanîstanê tête kirin.

Qumandarê herêmî yê NATOyê, Ceneral Ton Van Loon, dibêjît 5 hezar û 500 serbazên ji NATO û Afxanîstanê dê têda beşdar bin. Wî got ew hêza pêkve dê li xelkê sîvîl yê wê herêmê hişyar bît ku zîyan negehîtê.

Ceneral Ton Van Loonî got ‘‘Em dizanîn ku tundrêyên Taliban her têne linav civakên we ku hun wan bihewînînin û wan hevwelatîyên rastûdirust û zarokan ji xwe ra kirîne perjan û xwe pê parastîne... Piştrast bin ku ez dizanim ka neyar çi qas bi çep û cûr e û bi hatina pêtir serbazan ji bo Kiryara Achilles li herêma we, bila çi şik û gûmana we nebît ku em dê bideyne pê tundrêyan.’’

Gotinên wî ceneralî paş du buyerên vê heftîyê bûn. Di şerr û lêkdanên linav hêzên parastinê yên navneteweyî û serhildayan da mirovên sîvîl hatibûne kuştin.

Karbidestên hevpeymanîya NATOyê dibêjin serbazekî wan li başûr hatîye kuştin, lê nabêjin ka ew di wê êrişa mezin li dijî mîlîtanên Taliban dabû.

Ji alîyê dî ve, Taliban dibêjin wan li wîlayeta bi avrêşe Helmandê rojnamevanekî Brîtanî û du Afxanî revandîne. Peyivdarekî Taliban got ew her sê bergûmanên destkîsîyê ne û ew pirsîyaran ji wan diken. Wî got ew her sê kes roja Duşembî hatine girtin.


NATOyê par berpirsîyarîya kiryarên parastinê li Afxanîstanê wergirtibû û ji hingê were eve bizava herî mezin ya wê hevpeymanîyê ye.

Lê berî NATOyê, par meha Gulanê jî, 11-hezar serbazên Amerîkî ji bo kiryarekê keftibûne linav wî bingehê Taliban. Hingê nêzîkî hezar û 100 mîlîtan hatibûne kuştin, lê karbidestên Amerîkî gotibû wan nikarîye serhildayên Taliban ji wîlayeta Helmand derêxin.

Hêzên bi rêberîya Amerîka ji ber hewandina rêberê terorîstan Osama bin Ladenî Taliban li sala 2001ê ji desthilata Afxanîstanê ladabûn.

Serbazên bîyanî ji bo alîkarîya hikûmeta bi awayekî demokratîk hilbijartî mayne ku li wî welatî tena biket.

Ceneral Ton Van Loon dibêjît armanca kiryara NATOyê ji bilî Taliban bazirganên bang û dermanên bêhişkirinê yên bihêz in.

Neteweyên Yêkgirtî roja Duşembî raportek belav kir û têda pêşbînîya zêdebûna derhînana haşîşê li herêma başûr ya tevlihev ya Afxanîstanê kir. Ew rêkxistîya navneteweyî dibêjît rohn e ku ew bazirganîya neqanûnî bikêrî Taliban têt û serhildanê mîna şêrpencê lê diket. Afxanîstan jêdera nêzîkî 90 ji 100ê ji afyona dinyayê ye.