Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka dibêjît bombesazê el Qaîdê girtîye


Hevpeymanîya bi rêberîya Amerîka li rojhilata Afxanîstanê dibêjît wê şarezayekî çêkirina bombeyan yê bi el-Qaydê ve girêdayî girtîye.

Li dû daxuyaneke hevpeymanîyê, serbazên wê û yên Afxanî ew bergÛman; bi nav; Mele Mahmud roja Sêşembî li rojhilata bajêrê Celalabad girtîye.

Hevpeymanîya bi rêberîya Amerîka dibêjît Mehmud gava ku hatî girtin mîna jinikan çarşef li xwe kiribû. Karbidest wî zelamî gunehbar diken û dibêjin ew şarezayê kelûpelên peqandinê û berpirsîyarê şandina kelûpelan bo beroka şerrî Tora Bora bû.


Hevpeymanî her wesa dibêjît pênc mîlîtanên bergûman li wîlayeta Xost li rojhilata Afxanîstanê hatîne girtin.

Karbidestên Afxanîstanê dibêjin wan roja Sêşembî li wîlayeta Helmand çar serhildayên Taliban kuştîne.

Bi hezaran ji hêzên NATOyê li Taliban û bazirganên dî li wê wîlayeta nearam digerin.

XS
SM
MD
LG