Li Tirkîye dersên bi Kurdî tenê li dibistanên navîn, jibo polen 5-6-7 û 8’an weke dersa bijartî tê dayîn. Par 32 hezar xwendekar dersên Kurdî bijartibûn û îsal jî jibo bijartina Kurdî rêxistinên sivîl û partîyên sîyasî kampeynan li dar dixin. Komela Med-Der, ku jibo her temenî dersên Kurdî dide, dibêje ku divê Kurdî bibe zimanê perwerdeya fermî.