Sersala Kurdan li Amedê Hate Pîrozkirin
Your browser doesn’t support HTML5
Roja13ê Çilê Sersala Kurdan e. Berê li gund û bajaran gelek şahî çêdibûn, mêran kincên jinan lixwe dikirin û mal bi mal geşt dikirin. Lê bi jiyana li bajaran re ev kevneşopî winda bû. Komela Dîcle û Feratê li Amedê du sal in jibo zindîkirina vê çandê xebatan dike û bernameyên rengîn li dar dixe.