Tahîr Elçî li Amedê Hat Yad Kirin

Your browser doesn’t support HTML5

Elçî, di salvegera heftan ya kuştina wî de ji alîyê malbat, heval û hezkirên wî li ber Mînara Çarlingî hate yad kirin

Tahîr Elçî parêzvanekî navdar yê mafê mirovan bû. Wî, sûcên wek kuştinên kiryarên wan nîdîyar, şewitandina gundan, ku dijî Kurdan hatibûn kirin biribû Dadgeha Mafê Mirovan û Tirkye ji wan tawanan gelek caran ceza xwaribû.

Lê, Elçî jî heft sal berê li Amedê dema ku behsa zîyana şer dikir û dixwest ku aştî çêbe, di nav pevçûnekê de hate kuştin.

Elçî, di salvegera heftan ya kuştina wî de ji alîyê malbat, heval û hezkirên wî li ber Mînara Çarlingî hate yad kirin.