Tora Tekoşîna Hember Tundîyê û Platforma Jinên Dîcle Amedê (DAKAP) xwest ku jiber 25ê Mijdarê, Roja Tekoşîna Hember Tundîya Ser Jinan li Kayapinarê li Xaçerêya Dinyayê bicivin û ber bi Parka Rojava bimeşin û li wir daxuyanîyekê bidin. Lê, jiber ku Walîtîya Amedê di 21ê mehê de qedexeya heft rojî ragihandibû, meşa jinan hate asteng kirin. Polîsan jin kirin nav çemberê û mertalên xwe bilind kirin û nehîştin rojnameger jî dîmenan bigrin.
Jin di bin baranê de bi qasî 2 saet sekinîn, dirûşmên 'Jin, Jîyan Azadî, Nagehan Akarsel, Denîz Poyraz Nemir in, Şebnem Korur Fincancî Rûmeta Me Ye, Mertalên Xwe ji Kujeran re Bilind Bikin, Ne ji Jinan re'' bilind kirin. Piştî du saetan hem qedexê hem jî helwesta dijî jinan bi çepikan protesto kirin û belav bûn.