Îro yekşemê li Almanya komek çalakvanên Kobaniyê salvegera duyem a komkujiya Kobaniyê bi bîr anîn.
Çalakiya ku Komeleya Rengîn birêve bir û jimarek dengbêjên Kurd tê de beşdar bûn ronî da ser wê şeva “ Xedrê” wek xelkê Kobaniyê bi nav dikin, ku çekdarên Daiş bi dizî derbasî nav malên bajêr bûn û bi sedan kes ên sivîl kuştin.
Ji bo agahiyên bêhtir di vê derbarê de, endamê komîta rêvebir a çalakiyê Îsmaîl Derwîş bi riya telefonê û bi awakî zindî ji cihê çalakiyê li gel Dengê Amerîka Axivî û behsa wê kir.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5