Hest û Helwest: Rizgarkirina Reqqayê Di navbera Kurdên Sûriyê û Tirkiyê de

Ebdulbasit Hemo û Hisên Omer

Serkirdeyê komandariya hevbeş a Amerîkî general Joseph Dunford di kombûna xwe ya roja Înê de li gel hevtayê xwe yê Tirkiyê Hulusi Akar dupat kir ku Amerîka bi huşdarî şervanên Kurd hildibjêre dema çekan dide wan di şerê dijî Daiş de li Sûriyê.

Lê Tirkiyê dibêje Amerîka bi awakî çalakdar piştgiriya hêzên Yekeîneyên Parastina Gel YPG dike ku Tirkiyê wê wek gurûpeke terorîst dibîne.

Hêzên Tirkiyê û alîgirên wan ên opozisyona Sûrî, ku niha piraniya bajarê Babê kontrol dikin, dibêjin ewê piştî Babê berê xwe bidin bajarê Reqqayê da ku wê rizgar bikijn ji Daiş.

Ev pilan tê di demekê de ku Hêzên Sûriya Demukrat HSD berê operasyonekê birêve dibin ji bo rizgarkirina Reqqayê.

Tirkiyê ta kîjan astê deshilat heye ku karibe HSD bide alîkî û bi xwe operasyona Reqqayê birêve bibe?

Amerîka ku xem wê ya yekem ewe têkbirina Daiş ta çi radeyê amadeye dest ji Kurdan berde û Tirkiyê bide pêş?

Eger hat û Amerîka biryareke wiha da, dê helwesta hêzên Kurdî çi be?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan ronî dide ser van babetan:

Ebdulbasit Hemo, Endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriyê ku li Tirkiyê dimîne, û Hisên Omer şîrovekarê siyasî ku li Broksêl dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest 02_21_17