Wezîrê derve yê Frensa Jean-Marc Ayrault banga kombûneka civata ewlekariya Neteweyên Yekgirtî dike, wek hewildan ji bo rawestana şer li bajarê Helebê û derbaskirina alîkariyên mirovahî bo navçeyên dorpêçkirî.
Neteweyên Yekgirtî dibêje bêhtirî 16 hezar kes bêşûnûwar bûne di encama pêşketinên hikûmeta Sûrî li aliyê rojhilata bajêr de.
Hêzên hikûmeta Sûrî û alîgirên wan di van rojên dawî de hin tax li navçeyên bin destê serhildêran kontrol kirin û berdewamin di êrîşa xwe de bi piştgiriya êrîşên esmanî yên Rûsya.
Gelek sivîlên ku ji wan navçeyan direvin, berê xwe didin navçeyên bin destê hikûmetê û her wiha taxa Şêx Meqsûd a di bin destê hêzên Kurdî de, lê jimarek ji wan bi aliyê serhildêran de diçin.
Pêşketinên hikûmetê li wan navçeyan dikarin çi qezencê bikin ji bo hikûmeta Sûrî û hêzên opozisyonê çawa dikarin wiha bo demeka dirêj berevaniya xwe bikin û wan navçeyan biparêzin.
Banga aliyên navnetewî dikarin çi bikin di demekê de ku ne rêjîma Sûrî bi piştgiriya Rûsya û ne jî serhildêrên opozisyonê, guh didin van bangan.
Pêşketinê dawî li bajarê Helebê û rewşa Xelkê sivîl li wir, babetên vê xelekê ne ji bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan:
Ehmed Qasim, nivîskar û şîrovekarê siyasî ku li Tirkiyê dimîne û Newaf Xelîl, rêvebirê navenda lêkolînên Kurdî ku li Almanya dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5