Hest û Helwest: Teqîna Hesekê û Tengijiya Amerîka û Rûsya li Dor Sûriyê

Hesen Remzî, Edhem Başo û Nesreddîn Îbrahîm

Doh duşemê xwekujekî li bajarê Hesekê xwe li daweteka Kurdan peqand û di encamê de bi dehan jiyana xwe ji dest dan û dora 90 kesî birîndar bûn.

Li bajarê Helebê şer di navbera hêzên hikûmetê û serhildêran de berdewam e. Serhildêran îro taxên bin destê hikûmetê topbaran kirin û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 47 birîndar bûn, li gor ajansa Sûrî SANA.

Li alîkî din wezareta derve ya Rûsya ragihand ku balyozxaneya wan li Dîmeşqa paytex rastî êrîşeke hat ji aliyê serhildêran ve bê ku çi ziyanên mirovî encam bidin.

Ev êrîş û rûdan tên di demekê de, hewlên navnetewî yên bidawîanîna şer li Sûriyê rastî dijwariyeke din bûn, piştî Amerîka pêwendiyên xwe yên rasterast li gel Rûsya li dor Sûriyê ragirtin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki-moon bang li Amerîka û Rûsya kir axaftinên li dor agirbesta Sûriyê berdewam bikin.

Ban îro sêşemê li Firensa gote peyamnêran ew dê nêzîk biaxive li gel wezîrê derve yê Amerîka û berpirsên radebilind ên Rûsya li Brukselê.

Gelo rewşa Sûriyê ber bi ku ve diçe û çi pêşbîne di demên pêş de.

Eger Amerîka û Rûsya nikarin li ser çi bingehan bigihin hev, gelo kî dikare dawiyê li kuştina xelkê Sûriyê bîne.

Sedemên êrîşên li herêmên Kurdî çi ne û riyên nehêştina wan çi ne.

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna sê mêvanan ronî dide ser van babetan:

Sekretêrê Partiya Demuqrat a Kurdî li Sûriyê, Nesreddîn Îbrahîm ku li Qamîșlo dimîne; berpirsê desteya serkirdayetiya Partiya Azadî Kurdistanî Edhem Başo ku li Tirkiyê dimîne; û her wiha endmaê komîta navendî ya Partiya Demukrat a Kurdistan a Sûriyê Hesen Remzî ku ew jî li bajarê Qamîşlo dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Hest û Helwest 10_04_16