Li Bajarê Hesekê yê bakurê rojhilata Sûriyê şer di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û şervanên Kurd de berdewam e, di demekê de xelkê sivîl bajêr bicîdihêlin û berê xwe didin aliyê Amûda û derdora wê.
Rawêjkarê Hêzên Sûrya Demuqrat Nasir Haj Mensûr di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka rewşa niha ya şer şîrove kir û got:
“Ta vê gavê hîn şer berdewam e û çi agirbest nehatin e ragihandin.“
Haj Mensûr ku li bajarê Qamişlo dimîne her wiha got:
“Piştî guhertinên herêmî yên vê dawiyê, diyare ji rêjîma Sûriyê hatiye xwestin Tirkiyê razî bike û ev êrîşa bajarê Hesekî dikeve çarçoweya vê yekê.“
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5