Xalid Berkel Rewşa Heleb û Minbicê Şîrove Dike

Şerê berdewam di navbera hêzên hikûmeta Sûrî û opozisyonê de li bajarê Helebê, her diçe jiyana xelkê sivîl aloztir dike, di demekê de ku Neteweyên Yekgirtî, ji ber rewşa ne ewle, nikare alîkariyan bigihîne hin navçeyên şer.

Li aliyekî din, rizgarkirina bajarê Minbicê bandora xwe ya erênî dide ser rewşa xelkê sivîl li wir.

Cîgirê serokê Kantona Kobaniyê Xalid Berkel di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka rewşa şer li Heleb û Minbicê şîrove kir û got:

“Ev şer tenê şerê berjewendiyan e û her aliyek dixwaze hêza xwe pêş bixe. Ev jî bû sedema wêranî û hilweşandina bingehên welêt û bandorê dide ser jiyana welatiyan a rojane.“

Berkel ku li Kobaniyê dimîne, bal kişand ser rola Kurdan di rizgarkirina Minbicê de û got ew diyar dike ku “Kurd wek neteweyekê serkirdayetiya pirojeya mirovahî ya hevbeş dikin.“

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Xalid Berkel 08_15_16