Di nav du milyon û nîv zarokên penaber yên Sûrî de ku navên wan li Neteweyên Yekgirtî qeydkirî ne, nêzîkî 500 hezar zarokên di temenê dibistanê de li Libnan in û nîvê wan ji xwendina fermî dûrin, li gor rêxistina Human Rights Watch.
Nivîskar û çalakvan Çeko Mihemed, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser rewşa zarokên penaberên Sûrî li Libnan û got:
“Ji ber kêmbûna alîkariyan, gelek malbat neçar dibin zarokên xwe ji dibistanan derxin û bişînin kar. Me gelek zarok dîtin e li ser cadan, keçên pênc salî û şeş salî gulan difroşin.“
Mihemed ku bi xwe jî wek penaber li Beyrûtê dimîne, bal kişand ser pêwîstiyên penaberan li ser gelek astan û diyar kir ku perwerde tenê kêşeyeke ji kêşeyên penaberan.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5