Kamîran Haj Ebdo: Em Şerê Îdyolojiya Cebhet el-Nusra Dikin ne Navê wê

Kamîran Haj Ebdo

Guhertina Cebhet el-Nusra navê xwe bo Cebhet Fetih el-Şam û qutkirina pêwendiyan li gel El-Qaîde, gelek riyaksyon derxistin holê ji aliyê kesayetî û hêzên Sûrî ve.

Desteya bilind a guftûgoyan a opozisyona Sûrî berî du rojan di daxuyaniyekê de ev gav bi erênî nirxand û got pêwîste ew bête şopandin bi gavin din li ser erdê.

Sekretêrê Partiya Yekîtî ya Demuqrat a Kurd li Sûriyê Kamîran Haj Ebdo di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev babet şîrove kir û got:

"Guhertina nav û qutkirina pêwendiyan li gel el-Qaîde, tektîkeke rêxistina el-Qaîde bi xwe ye, ji bo têkbirina rêkeftina Amerîka û Rûsya li dor şerê dijî Cebhet el-Nusra."

Haj Ebdo ku li Almanya dimîne, di vê derbarê de bal kişand ser helwesta Desteya bilind a guftûgoyan, ku ew wek ENKS beşdarin tê de, û nerazîbûna xwe ji daxuyaniya wê anî ziman. Wî got,"ENKS li dijî vê helwestê ye û Cebhet el-Nusra wek rêxistineke terorîst dibîne."

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Kamîran Haj Ebdo 07_31_16