Peyvdara Neteweyên Yekgirtî Alessandra Vellucci dibêje gurbûna şer di navbera hêzên hikûmetê û serhildêran de li bajarê Helebê riya tenê ya mayî jib o derbaskirina alîkariyên mirovahî qutkir.
Wê îro sêşemê got Riya Kastîlo ya aliyê rojhilata Helebê yê di bin destê serhildêran de ye, ve gelek zehmet bûye piştî xerabûna rewşê li wir hefteya borî.
Ew dibêje Neteweyên Yekgirtî texmîn dike ku 300 hezar ketine bin bandora girtina vê rê di jiyana xwe rojane de.
Vellucci bang li hemî aliyan kir ku sivîkan biparêzin û bihêlin alîkariyên mirovahî derbasî navçeyê bin.
Rewşa mirovahî li Helebê çawa dikare bala aliyên dijber bikşîne?
Kî pêgire û kî ne pêgire bi bangên parastina xelkê sivîl?
Agirbesta ku ji aliyên hikûmetê ve hatî ragihandin çi bandor heye li ser erdê?
Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:
Endamê rêxistina niştimanî ya ciwanên Kurd (SOZ) Şepal Îbrahîm ku li Almanya dimîne, siyasetmedar Izeddîn Temmo ku li Kobaniyê dimîne û Mihemed Hecî, berpirsê Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD li Helebê.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5