Hiznî Geddo Êrîşa li ser Qunsilxana Amerîka Li Erebistana Siûdî Şîrove Dike

Hiznî Geddo

Xwekujekî xwe li pêş qunsilxana Amerîka peqand li bajarê Jeddah yê Erebistana Siûdî û di encamê de 2 nobedar birîndar bûn, li gor wezareta navxweyî ya Erebistana Siûdî.

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Hiznî Geddo di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev rûdan şîrove kir û got:

“Ji berê ve, terorîst hewil didin êrîşî Erebistana Siûdî bikin. Ew armanc e ji bo wan, lê ewlekariya Erebistan Siûdî bihêz e ta radeyekê ku kiryarên terorîst pir kêm dibin.“

Geddo ku li Erebistana Siûdî dimîne, bal kişand ser ragihandina Erebistana Siûdî û got ew bi awakî berbiçav li dijî van gurûpên terorîst radiweste.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Hiznî Geddo 07_04_16