Sîhanok Dîbo: Hêza ji Civakê Neyê Pejirandin bi Sernakeve

Sîhanok Dîbo

Artêşa Sûriya Nû ku piştgiriya Amerîka werdigre, berî çend rojan tevlî operasyona rizgarkirina bajarê Bokemalê bû. Lê diyare di erka xwe ya mezin a yekem de biserneket.

Têkçûna wan diyar dike ta kîjan astê Amerîka rastî astengiyan dibe di avakirina hêzeke çalakdar de li dijî Daiş.

Endamê desteya siyasî ya Encûmena Sûriya Demuqrat Sîhanok Dîbo di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka sedemên têkçûna Artêşa Sûriya Nû li beramber Daiş şîrovekirin û got:

“Têkçûna Artêşa Sûriya Nû tê wateya ku ew ji aliyê civakê ve nahête pejirandin û wan nikaribû xwe wek bervedêrên xelkê bidin pêş. Divê ew baş diyar bikin ka pirojeyên wan ji bo Siberoja Sûriyê çine. “

Dîbo ku li Qamişlo dimîne, bal kişand ser Hêzên Sûriya Demuqrat û ew wek hêza tenê ya ku tê pejirandin ji aliyê civakê ve da nasîn.

Ji bi guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke.

Your browser doesn’t support HTML5

Sîhanok Dîbo 07-03-16