Di demekê de ku Rûsya bîrokeya bicîhîştina serokê Sûriyê Beşar Esed bo desthilatê red dike, serokê Rûsya Vladimir Putin erê dike li ser pêşniyareke Amerîkî- li gor Putin - li dor beşdarkirina hin kesayetiyên opozisyonê di hikûmeta Sûrî de.
Li beramber vê yekê, 51 dîplomatên Amerîkî bi awakî fermî banga pêkanîna êrîşên esmanî dikin li dijî hêzên serokê Sûriyê Beşar Esed da wî neçar bikin ku pêgirbe bi rawestana kiryarên dijminahî li dijî opozisyonê.
Eger em nakokiyên Amerîka û Rûsya li dor Sûriyê û bi taybetî çarenûsa Beşar Esed bidin berçavan, gelo çi li hêviya xelkê Sûriyê ye. Kuştin û wêraniya berdewam, anjî pêwîste dawiya dawî çareyek hebe.
Gelo xelkê Sûriyê çi qezencê ji rakêşanên welatên mezin li dor Sûriyê werdigre.
Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mîvanan ronî dide ser vê babetê:
Berpirsê Nivîsîngeha Rojhilata Navîn a Komeleya Gelên di bin gefê de Kemal Sîdo ku li Almanya dimîne, û rojnamevan Ebdo Seydî ku li Mîrnişînên Ereb ên Yekgirtî dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5