Di roja cîhanî ya Penaberan de, raporteka Ajansa penaberan a Neteweyên Yekgirtî dibêje jimara kesên bêşûnûwar, sala borî, gihîşte asta herî bilind li beramber salên berê.
Li gor raportê, di sala 2015an de 65,3 milyon kes, bi darê zorê bêşûnûwar man, ku bi derdora 5 milyonan bêhtire ji sala berî wê.
Endamê Rêxistina Niştimanî ya Ciwanên Kurd(SOZ) Şepal Îbrahîm, di hevpyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser rewşa penaberan û got:
“Jimara bêhtir a penaberan ji ber şer direvin, ew dixwazin li gel malbatên xwe li cihekî aram bijîn. Lê mixabin, gelek ji wan li welatên aram jî, hîn di rewşeke ne baş de dimînin.“
Îbrahîm ku li Almanya dimîne, bal kişand ser rewşa penaberan li wir û got nakokiyên di navbera partiyên siyasî de bandoreke neyînê daye ser biryarên girêdayî penaberan.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5