Li gor Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov, Hêzên Sûriya Demuqrat HSD bi piştgiriya êrîşên esmanî yên Amerîka doh şemiyê hin serkeftinên nû bidestxistin li dijî Daiş û berê xwe dan bajarê Babê ku di bin destê Daiş de ye.
Endamê serkirdayetiya Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Elî Mislim di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ev operasyon şîrove kir û got:
“Xelkê Herêmê, Ereb, Kurd û Tirkman, ji Daiş êşiyane û daxwaza wan a yekem ewe ji Daiş rizgar bin, ji ber vê yekê ew dê her hêzeke din, di nav de jî HSD, li wir bipejirînin.“
Mislim ku li Tirkiyê dimîne, behsa helwesta Tirkiyê di vê derabrê de kir û got ew, di bin fişara hêzên mezin de, neçare operasyonê bipejirîne.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke
Your browser doesn’t support HTML5